Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

1200 kes beşdarî Kampa Ciwanan bûn

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên destteng ku nikarin biçin tatîlê bi maweyê sê mehan kamp li dar xist û 1200 kes beşdarî vê kampê bûn.

Kampa havînê ya ciwanan, di bin serperiştiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de li gundê Gezînê yê bi ser Madena Elezîzê ve li Seyrangeha Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin û 1200 ciwanan jê sûd wergirt.

Ji bo kampa ciwanan, maweyê 3 mehan her hefteyê ji Malên Zanînê yên Şaredariya Bajarê Mezin, Akademî Lîse û Navendên Ciwanan qefleyeke ji 120 kesî hatin hilgirtin.

Ji bo beşdaran çente diyarî kirin, div an çenteyan de pêşgîr, bone, berçavka hewzê, şort, şimik, macûn û firçeyê didanan hebû.

Zarok hem şa bûn hem jî fêr bûn

Ji aliyê pisporên di qada xwe de şareza ve, li seyrangehê ji zarokan re seminer li dar xistin û atolyeyên wênesazî, hunerên destî, govend, muzîk, xwendin, sînema, drama, robotîk û rîtmê hatin dayîn.

Ji bo beşdarên kampê di warê fîzîkî de jî peyt bibin her roj di saetên destnîşankirî de bernameyên melevanî, futbol, basketbol, kişik û voleybolê hatin leyîstin.

Ji bo zarokên nizanin avjeniyê bikin jî, di hewza nîv olîmpîk de bi çavdêriya xelaskaran melevanî nîşan dan.

Rahênana şewatê hate kirin

Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, der barê cureyên şewatê, ewlehiya dijî şewatê û prensîbên vemirandinê de agahî dan û rahênan kirin.

Kamp bi şeva xatirxwestinê bi dawî hat

Her grûb 5 rojan li seyrangehê man û şeva dawîn ji bo xatrê beşdaran şevbihêrka xatirxwestinê hate lidarxistin.

Di şeva xatirxwestinê de zarokan, li dora agirê kampê li ber stranan govend gerand û şevbihêrkeke xweş borand.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan