Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

2 roj berî hilbijartinê wergirtina memûran betal bûye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, der barê nûçeya wergirtina 387 memûran de daxuyand ku wergirtina memûran berî hilbijartinê bi du rojan ji aliyê wezaretê ve hatiye betalkirin û hate gotin ku li ser hin malperan der barê vê mijarê de hin nûçeyên bi niyet hatine weşandin û hate gotin ku ev îdia dûrî rastiyê ne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, der barê betalkirina wergirtina memûran de daxuyaniyeka nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku wergirtina memûran bi biryara wezaretê du rojan berî hilbijartinê hatiye betalkirin. Di daxuyaniyê de weha hate gotin: “16ê nîsana 2019an dema me dest bi wezîfeyê kir, me lêkoland ku rêveberiya berê 13.09.2018an beryar daye ku pêdiviya şaredariyê bi xebatkarên nû heye û Meclisa Şaredariyê biryara wergirtina xebatkaran daye.

Li ser biryarê 15.01.2019an nivîs ji Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê re hatiye şandin da ku destûrê bide wan bo ku xebatkaran wergirin. Ji bo wergirtina xebatkaran 20ê sibata 2019an îlan hatiye derxistin ku 387 memûran wergirin. Ji bo serlêdanê jî navbera 20ê sibatê û 6ê adara 2019an hatiye destnîşankirin.

Li gorî biryarê dê berbijêrên memûriyê di navbera 7 adara 2019an û 10ê adara 2019an de beşdarî ezmûna devkî bûbûna lê encam nehatine aşkerekirin û destura wergirtina memûran 29.03.2019an bi biryara hejmar 75967 a wezaretê hatiye betalkirin. Hin nûçeyên der barê mijarê de di hin dezgehên çapemeniyê da derçûne ji binî ve xelet û dûrî rastiyê ne.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan