250 hezar metre xeta ava baranan hate paqijkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, berî baranên demsala payîzê zend û bendên xwe şidandin û li ser xetên ava baranan ji bo ji ber lehî û lêmiştên pêkan nexitimin, xebatên paqijî û çaksaziyê dan destpêkirin.
Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), bi mebesta rê li ber lehî û lêmiştên çaverênekirî bête girtin, li ser divêtiya xitimîna xetên ava baranan û menfezan kete nav tevgerê.
DÎSKÎya ku ekîba “Paqijkirina Cihok, Banî û Izgarayan” saz kir, li navenda bajêr û navçeyan xebatên xwe yên paqijkirinê zêde kirin.
Li ser xeta 250 hezar û 400 metre 10 hezar û 300 mazgal hatin paqijkirin
Ji bo pêşiya kawdanên neçaverêkirî bête girtin li ser xeta 250 hezar û 400 metreyî ay xeta ava baranan 10 hezar û 300 barkaz hatin paqijkirin û heke hato sibero baranek barî ji bo xet û coyan nexitimînin pelaxên pelan, xiçik, kuç û xwelî hatin paqijkirin.
Ekîba Hawarçûnê 7/24 li ser kar e
DÎSKÎ’yê ji bilî karûbarên rojane ji bo rewşên acil “Ekîba Hawarçûnê” damezirand. Ev ekîba ku perwerdeyeke taybet girt 7 rojên hefteyê roj 24 saet di amadebaşiyê de ye û ku kêmasiyek çêbe demildest dê destwerdanê lê bike.
