“5 Hezar şorbeşîra şîrîn belav kirin”
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 21’ê Gulanê Roja Şîr a Dinyayê li çar çadirên fitarê bi temamî li ser 5 hezar kesî şorbeşîra şîrîn belav kir û Midûrê Beşa Karûbarên Veterinerî û Saxlemiya Gel Yilmaz Kaya, anî ziman ku di salê de bikaranîna şîr li Awûstralyayê ji bo her kesî teqrîben 107, li welatê Ewrûpayê 89, Dewletên Yekîtiya Amerîkayê 83 kîlogram e û ev reqem li Tirkiyê 26 kîlogram e.
Şaredariya Bajarê Mezin, li standên ku li ber çadirên fitariyê vekiribûn bi belavkirina şorbeşîra şîrîn li ser 5 hezar kesî21’ê Gulanê Roja Dinyayê ya Şîr pîroz kir. Serokatiya Daîreya Karûbarê Saxlemiyê, li çadirên Meydana Şêx Seîd(Deriyê Çiyê), Mêvanxaneya Nexweş û Xwediyê Nexweşan, ya li Parka Koşûyolu û Bûlwara Medîneyê ya Bağlarê bi belaşî şorbeşîra şîrîn îkramî hewlatiyan kir.Hewlatiyan ji bo standina şorbeşîra şîrîn eleqeyek mezin nîşan dan û îkrama wan di demek kurt de xilas bû.
Belavokên ji bo mifayê şîr hatin belav kirin
Belavokên ku ji aliyê Şardeariya Bajarê Mezin ve hatibûn amadekirin yên di derbarê mifayên şîr û temamê qatix û yên ku li temamê bajêr (xwaringeh, restoran û pastexaneyan) ji bo saxlemîya mahsûlên xwirekê ku baweriya bi wan bi “Alên Sipî” û giringiya wê yekê bi Kurdî û Tirkî hatine nivîsandin belav kirin. Di van belavokên ji bo pêzanînê de behsa giringiya şîrê dayîkê û yê pastorîze ji bo saxlemiya mirov de pêzanînên ji bo bikaranîna nîvişk, proteînê, vîtamîn û bandora wî, kirîn û bikaranîna şîrê hazir de pêwist e çi bê kirin hatibû nivîsandin.
Li stanta ku ji bo belavkirina şorbeşîra şîrîn hatibûn danîn xebatkarên Serokatiya Daîreya Karûbarê Saxlemiyê, hewlatî hişyar kirin ku bikaranîna şîr û qatix kêm nekin.
Hewlatiyan ji bo pêzanîn û şîrê di 21’ê Gulanê Roja Dinyayê ya Şîr de ku şîr bi belaşî dane wan spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir.
Li Tirkiyê kesek salane 26 kg bikar tîne
Midûrê Beşa Karûbarên Veterinerî û Saxlemiya Gel Yilmaz Kaya, anî ziman ku 21’ê Gulanê Roja Dinyayê ya Şîr cara pêşî ji aliyê Federasyona Şîrvan ya Miletê Hevgirtî ve di sala 1956an de hate pîroz kirin, li Tirkiyê jî ji 1991’ê ve tê pîroz kirin. Kaya di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji ber vîtamînên ku şîr lixwe digre şîr xwediyê ciyek xwe yê gelek giring e û pêwist e şîr di her temenî de bê bikaranîn. Kaya bi taybet jî destnîşan kir ku zarokên nexasim mezin dibin divê rojane bikar bîne, û gava mirov “ dema bikaranîna şîr ya dinyayê dinêre Awûstralyayê ji bo her kesî teqrîben 107, li welatê Ewrûpayê 89, Dewletên Yekîtiya Amerîkayê 83 kîlogram e û ev reqem li Tirkiyê mixabin dadikeve heta 26 kîlogramê. Li welatê me bikaranîna kes ya şîr gelek kêm e. Ji ber wê çendê jî em hewl didin ku bi van çalakiyan zêdetir balê bikşînin ser bikaranîna şîr.
