500 kg goştê xirabûyî hate destbiserkirin
Ekîbên bi ser Kontrolkirina Zexîreyan a Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, raçavkirina xwe ji bo zexîreyên dembiserdeçûyî û xirabûyî didomîne. Ekîban, li navçeya Yenîşehrê 500 kg goştê xirabûyî û bêhnpêketî bi dest xist û ragirt.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe bo parastina tenduristriya gel didomîne, bi vê mebestê, ekîb bi 3 koman li navenda bajêr raçaviyên xwe didomîne. Ekîbên Şaredariyê, li navçeya Yenîşehrê di encama kontrolkirinê de 500 kg goştê xirabe destbiser kir.
500 kg goştê xirabe hate jinavbirin
Ev goşt ji bo firotinê hatibû amadekirin, ekîbên şaredariyê dest danî ser vî goştî û ew li Bazgeha Neqilkirina Gelaşan a Şaredariya Bajarê Mezin ji nav bir.
Kontrolkirina zexîreyê didome
Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi mebesta welatî bi awayekî bi rêkûpêktir xwe bigihînin zexîreyan, li 4 navçeyên navendê kontrolkirina bi ser depo û firoşgehan berdewam dike.
