76 wesayitên zêde didin ber îhaleyê
Şaredariya Bajarê Mezin 76 wesayitên zêde, bi awayê 7 grûbî derdixe îhaleyê. Îhale li gorî Qanûna Îhaleyan a Dewletê benda 45ê ya hejmar 2886ê tê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin 76 wesayitên zêde, ku li Parka Neqilkirina Makîneyan a bi ser Serokatîya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê tên ragirtin, bi awayê 7 grûbî derdixe îhaleyê. Îhale li gorî Qanûna Îhaleyan a Dewletê benda 45ê ya hejmar 2886ê tê kirin. Tê çaverêkirin ku ji van wesayitan 4 milyon teseruf bête kirin.
Biryar, di civîna encûmanan a Şaredariya Bajarê Mezin de hate wergirtin û heta pênc rojan îhale dê bête dewamkirin.
