9 hezar darên xişr hatin fetrûmekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 7 navçe û 28 gundan di encama xebata niçilandinê de 9 hezar darên fêkî yên xişr û gwîzên pûkele niçilandin û fetrûme kirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Muxtariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta bipêşxistina hilberandina li herêmê 9 hezar darên xişr û gwîzên pûkele fetrûme kirin. Karê niçilandinê li Çermûg, Farqîn, Çinar, Hezro, Sûr, Lice û Pasûrê û gundên bi ser ve hate kirin. Çimkî ev dever bo şînbûna dara gwîzê bikêr e. Di encamê de li 209 gundan û 209 cotyaran ji vê fetrûmekirinê sûd wergirt.
Ligel karûbarê niçilandinê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo cotyar kelkê ji gwîzan wergirin, teknîkên niçilandinê, dema kesixandin û rêbaza wan nîşanî cotyaran dan. Her weha li ser daxwaza cotyaran ji bo darên xişr ên sêv, hirmî, bîhok û gilyasan jî fetrûme hate kirin.
