Alîgirên Amedsporê serdana Mizrakli kir
Ji grûbên terefdarên Amedsporê koma Dîrenîş û koma Barîkat serdarê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û di karê wî de daxwaza serkeftinê lê kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ji 7 salî heta 70 saliyê bi serdanên gel tê pêşwazîkirin. Ji grûbên terefdarên Amedsporê koma Dîrenîş û koma Barîkat serdarê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û di karê wî de daxwaza serkeftinê lê kir. Mizrakli, mêvan li ber derî pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe bi serdana wan anî ziman. Hevşaredar Mizrakli, maweyekê rûbirû bi terefdaran re rûnişt û got ku ew rewşa Amedsporê ji nêzik ve dişopînin.
Komên alîgir ên Amedsporê ji ber ezimandina wî malavî li Mizrakli kir û pirtûk diyarî kirin, pê re jî formayê li ser Mizrakli nivîsî yê Amedsporê jî diyarî hevşaredar hate kirin.
