Amadekariyên UNESCO’yê didomin
Şaredariya Bajarê Mezin, komxebatek bi mebesta ku gastronomiya dewlemend a bajêr bi dinyayê bide naskirin û der barê xebatên beşdariya Diyarbekirê ya ji bo “Tora Bajarên Afrîner ên UNESCO’yê” li dar xist.
Serokatiya Daîreya Esnaf û Pîşekaran, ji bo gastronomiya dewşemend a bajêr bi cîhanê bide naskirin xebatên xwe didomîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta nirxandina “Tora Bajarên Afrîner a UNESCO’yê- Pêvajoya Endamtiya Diyarbekirê ya bo Bajarê Gastronomiyê” bi beşdarên hemû pêkhateyên bajêr komxebatek pêk anî.
Komxebat li Qesra Cemîlpaşa hate lidarxistin û tê de pêvajoya Diyarbekirê ya bo beşdarbûna nav Tora Bajarên Afrîner hate nirxandin. Qesra Cemîlpaşa, li navçeya tarîxî ya bajêr Sûrê ye.
Di komxebatê de der barê Mîrata Çandî û Gastronomî ya bajêr de nirxandin hatin kirin, Seroka Daîreya Esnaf û Pîşekaran Museyer Guzel, der barê pêvajoya endamtiya Şaredariya Bajarê Mezin de agahî bi beşdaran re parve kirin.
Di komxebatê de Alîkarê Walî Omer Coçkun, Seroka Daîreya Esnaf û Pîşekaran Museyer Guzel, Serokê Odeya Xwaringeh û Şêrînîkaran Haşim Elkaan, akademisyenên Zanîngeha Dîcleyê û nûnerên sazîyên civaka sîvîl amade bûn.
