Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Amedsporê serdana Mizrakli kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, Serokê Amedsporê metîn Kilavuz ligel desteya rêveber kir mêvan.

Amedspor di Lîga 2 Grûba Spî ya TFFê de têkoşîna xwe dya sportîf dimeşîne, hefteya borî Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Metîn Kilavuz dîsa wek serokê klûbê hate hilbijartin. Kilavuz ligel endamên desteya rêveber serdana Hevşaradar Dr. Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de kar û xebatên bo spor û sporbazên bajêr hate axaftin.

Serokê Amedsporê Metîn Kilavuz bal kişand ku wan bi slogana “Amedspor tu yî” kongreyeka gelekî mezin li dar xistiye û got, “Karê me pir e, hayê me ji zehmetiyan heye. Em dizanin em ê nikaribin vê bi serê xwe bikin. piştgiriya madî û manewî ya rêveberiyên xwecihî ji bo me giring e. Em dibêjin Amedspor çîrok, werin em bi hev re wê bikin roman. Bila her kes tîpekê bigire ser milên xwe.”

Pişt re Mizrakli axivî û bal kişand ku Amedspor ne tenê di nav sînorên bajêr de li derve jî gelek terefgirên wê hene. Sempatiya gelek kesê girtiye. Mizrakli diyar kir ku Amedsporê alozîyên pêşiya xwe bi serfirazî çareser kirine û got ku ew tîma her kesî ya sereke ye li vî bajarî. Mizrakli aşkere kir ku gelek kesên dûrî futbolê jî, li deplasmanê têne pêş maçên Amedsporê. Mizrakli diyar kir ku ew bo hemû tîmên bajêr di heman nêzîkîyê de ne û got, “Belê hûn hemû wekhev in lê Amedspor bêhtir wekhev e.” Mizrakli bal kişand ser aloziyên l pêşiya Amedsporê û got, “Me dewlemendiyeka gelek mezin heye, ew bi kesên din re tune ye. Em xwediyê mozaîka nirxan in. Yanî em her dem mil bi dil dil bi dil hev digirin û bi ser dikevin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan