Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Amfîtiyatro piştî çaksaziyê dê were aktîfkirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Amfîtîyatroya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bêkar mabû, seh kirin û xwestin ku ji bo ku qad ji nû ve bê aktîfkirin xebat bên destpêkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û hin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Amfîtîyatroya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bêkar mabû, seh kirin û xwestin ku ji bo ku qad ji nû ve bê aktîfkirin xebat bên destpêkirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û hin yekîneyên Serokatiya Daîreya Ciwan û Sporê yên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ziyaret kirin. Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Aziz Ozdogan û Ozgur Yildiz û serokên dezgehên pêwendîdar amade bûn.

Amfîtiyatro dê bê aktîfkirin

Hevşaredaran yekîne ziyaret kirin û piştre çûn Amfîtîyatroya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bêkar mabû.

Hevşaredarên ku qada Amfîtiyatroyê kontrol kirin, ji bo parastin û sererastkirina Amfîtîyatroyê û ji nû ve aktîfkirina wê yekîneyên têkildar wezîfedar kirin. Hevşaredaran daxwaz kirin ku di xebatên nûkirin û temîrkirinê yên li deverê bên kirin de divê welatiyên astengdar ji nedîtî ve neyên hêlan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan