Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Parka Anzelê xebatên çaksazî û peyzajê hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Parka Anzelê ya ku li navçeya Sûrê ji bo welatiyan cihekî ger û geştê yê balkêşe, xebatên çaksazî û peyzajê kirin. Parka Anzele ku yek ji cihên girîng ên sembolîk ên bajêr e, bi hatina mehên havînê re yek ji cihên herî girîng e ku welatî lê digerin. Şaredariya Baj

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Parka Anzelê ya ku li navçeya Sûrê ji bo welatiyan cihekî ger û geştê yê balkêşe, xebatên çaksazî û peyzajê kirin.

Parka Anzele ku yek ji cihên girîng ên sembolîk ên bajêr e, bi hatina mehên havînê re yek ji cihên herî girîng e ku welatî lê digerin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li vî cihê girîng ku gelek caran şênî xwe lê digirin, xebatên çaksazî û peyzajê kirin.

Cax û tabelayên hişyariyê hatin nûkirin

Di çarçoveya xebatên lênêrînê û çaksaziyê yên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenî ve, caxên ku ji bo zarokan xetere ne, bi lengerên epoksî hatin xurtkirin, kevirên beton û tabelayên hişyariyê hatin nûkirin.

Kulîlk têne çandin

Di çarçoveya xebatên çandiniyê de li parka ku ji aliyê Midûriyeta Park û Baxçeyan ve paqijiya giştî tê tê kirin, li erda wê kulîlkên demsalî, sosin û teflan yên ji koma şitilan hatin çandin.

Wekî din, deriyê depoya avê hate nûkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan