Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rêya Pêşketinê ya Sûr Teknokentê tê asfaltkirin

Li ser rêya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li pişt Teknokentê ji bo welatiyên li deverên ji bo pêşketinê yên li navçeya Sûrê hatine vekirin, pirsgirêkên çûnûhatinê nebînin, xebata asfaltê dest pê kir. Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Tenduristiya Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve tên

Li ser rêya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li pişt Teknokentê ji bo welatiyên li deverên ji bo pêşketinê yên li navçeya Sûrê hatine vekirin, pirsgirêkên çûnûhatinê nebînin, xebata asfaltê dest pê kir.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Tenduristiya Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve tên kirin de xebatên danîna binesaziyê, tijîkirina keviran û rûqaltijîkirinê bi dawî bûn û rê derket qonaxa xwe ya dawî.

Xebat dewam dikin

Ji bo çêkirina rêya ku 2 hezar û 200 metre dirêj û 20 metre fireh e, asfalta germ a binder tê bikaranîn.

Li her du aliyên rê jî 2 metre û nîv peyarêka parket bê danîn, li ser peyarêyan jî xebatên darînkirin û ronîkirinê bên kirin.

Dê hatûçûna welatîyan rehet bibe

Piştî bidawîbûna rê dê derfeta welatiyan hebe ku bi rehetî geştiyariyê bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan