Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarok bi Atolyeya Kodkirina Robotîk ji bo siberojê xwe amade dikin

Perwerde li Atolyeya Kodkirina Robotîk a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye vekirin, ji bo zêdekirina qabiliyetên zarokan ên wek afirînerî, nûjenî û karsaziyê û ji bo zarokan ji bo siberojê amade bike, dewam dike. Atolyeya Kodkirina Robotîkê ya ku li Navenda Mala Zanînê ya Selahad

Perwerde li Atolyeya Kodkirina Robotîk a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye vekirin, ji bo zêdekirina qabiliyetên zarokan ên wek afirînerî, nûjenî û karsaziyê û ji bo zarokan ji bo siberojê amade bike, dewam dike.

Atolyeya Kodkirina Robotîkê ya ku li Navenda Mala Zanînê ya Selahaddîn Eyyûbî ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de ye, perwerdehiya xwe tevahiya salê dewam dike.

Atolyeya ku 150 xwendekar ji bo demsala havînê qeydkirî bûn, STEM, Kodkirina Robotîk, bikaranîna çapera 3D, sazkirina çerxa elektronîkî û perwerdehiya sêwiranê dide.

Zarokên di navbera 8 û 14 salî de beşdarî perwerdeyê dibin û her roj di navbera saet 8.00-17.00an de perwerde dewam dike.

Ji dêûbavan re semînera agahdarkirinê hat dayîn

Herweha dê û bav jî ji bo ku bi berdewamî beşdarî perwerdeyê bibin û agahiya ku xwendekar distînin daîmî bibin beşdarî bernameyê bûn. Di vê çarçoveyê de derbarê perwerdeyê de semînereke agahdarkirinê ji bo hişyarkirina dê û bavan hate lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan