Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Atolyeya parastina nêzik hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, bi armanca pêşxistina şiyanên xweparastinê yên jinan, "Atolyeya Parastina Nêz" li dar xist.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve, di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, ji bo ku jin li hemberî tundiya îhtîmalî şiyanên xwe yên parastinê pêş bixin, Atolyeya Parastina Nêz hat organîzekirin. Di atolyeyên ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Qûçayê wekî 4 koman hatin lidarxistin de 65 jinan beşdarî kir.

Jin teknîk bi awayekî pratîkî hîn bûn

Di atolyeya ku bi armanca zêdekirina ewlehiya jinan hat lidarxistin de, li ser teknîkên bingehîn ên parastina nêz hat sekinandin. Beşdaran ji bo ku fêr bibin di kêliya xetereyên îhtîmalî de çawa bertekê nîşan bidin, pratîkên cûrbecûr kirin. Di dirêjahiya atolyeyê de; teknîkên wekî pozîsyonên parastinê, pûçkirina êrîşa êrîşkar, bi awayekî baldar dûrketin (revîn) û di rewşên lezgîn de bikaranîna derdorê bi awayekî sepandî (pratîkî) hatin hînkirin.

Atolyeyên ku tê de beşdaran ne tenê astengkirina êrîşê, her wiha fêr bûn bê ka çawa ji êrîşkar dûr bikevin û bigihîjin herêmeke ewle, beşdarî li bihêzbûna jinan a ne tenê fizîkî, di heman demê de ya hestiyarî û zîhnî jî kir.

Werger: Omer Dilsoz

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan