Ayşe Guzeloglu, beşdarî dewra perwerdeya 2019-2020ê ya Lokala Xaniman bû
Xatûn Ayşe Guzeloglu hevjîna Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, beşdarî vekirina dewra perwerdeya 2019-2010ê ya Lokala Xaniman bû.
Xatûn Ayşe Guzeloglu, beşdarî vekirina dewra perwerdeya 2019-2010ê ya Lokala Xaniman bû. Lokala Xaniman di bin banê Serokatîya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dike, Guzeloglu der barê xebatên lokalê de agahî wergirtin û bo dewra nû destxweşî kursîyer û perwerdekarên jin kir.
Xatûn Guzeloglu ligel jinên di kursa xwendin û nivîsînê de perwerde dibin kom bû û der barê memnûniyeta kursê de pirsa kursiyeran kir û got bila dewra nû ya perwerdeyê ser xêr û xweşiyê be. Jinan ji ber vê seredanê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Xatûn Ayşe Guzeloglu pirtûk diyarî jinan kirin
Guzeloglu demekê guhdarîya derd û kêşeyên jinan kir û paşê pirtûk diyarî jinan kirin. Guzeloglu, kargêriya xizmetguziya Lokala Xaniman peyase kir, derbarê xebatan de agahî ji xebatkaran wergirtin û got ku ji bo Lokala Xaniman bi awayekî çalak xizmetê bike kar dikeve ser milê perwerdekaran û ji wan xwest bêhtir hewldanan bikin.
Xatûn Ayşe Guzeloglu, piştî seredanê bi kursîyerên jin û perwerdekaran re fotograf kişandin.
