Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Girê Çilsiwaran şahiya bafirokberdanê

Di çalakiya "Li gel Zarokan Kolanên Şên" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin de, zarokan li Girê Çilsiwaran resim çêkirin û bafirok firandin. Di çalakiya sê rojan a ji aliyê Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve hat lidarxistin de zarok û malbatên wan demeke xweş de

Di çalakiya "Li gel Zarokan Kolanên Şên" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin de, zarokan li Girê Çilsiwaran resim çêkirin û bafirok firandin.

Di çalakiya sê rojan a ji aliyê Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve hat lidarxistin de zarok û malbatên wan demeke xweş derbas kirin. Li Sumerparkê Qada Jiyana Hevpar, Şilbê (Yolaltı) û Girê Çilsiwaran li 3 cihên cuda çalakiyên cuda û kêfxweş hatin lidarxistin. Zarokan bi mamosteyên xwe yên muzîkê re di mîhrîcana bafirokberdanê de stran gotin, boyax kirin, lîstik lîstin, wêne xêz kirin û bafirok firandin.

'Me xwe gihand 3 hezar zarokan'

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran, der barê bernameyê de agahî da û diyar kir ku ew di roja sêyemîn a çalakiya ku weke Şaredariya Bajarê Mezin di bin navê "Ligel Zarokan Kolanên Şên" dane destpêkirin û weha got, "Bi giştî me xwe gihand 3 hezar zarokan. Çalakiyên me yên ji bo zarokên me dê di pêşerojê de jî dewam bikin.”

'Li ku derê zarokek hebe em ê xwe bigihîninê'

Demîrkiran, diyar kir ku dê bi Serokatiya Daîreya Ciwanî û Sporê re projeyên hevpar pêş bixin û wiha axivî: “Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê em ê hewl bidin ku zarokek li ku derê hebe, xwe pê re bigihînin Li navçe û taxên navendî û taxên gundewarî jî em ê çalakiyên werzîşê yên ku dê çanda me geş bikin bidomînin. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû zarokan."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan