Bazdana Midûrtiya Asayîşê hespê Topanga bir
Klûba Jokeyê ya Tirkiyeyê pêşbaziya bazdanê ya Midûrtiya Asayîşê li Diyarbekirê li dar xist, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, kupaya jokeyê serkeftî dayê.
Bazdana Kupaya Midûrtiya Asayîşê ya Diyarbekirê ku ji aliyê Klûba Jokeyê ya Tirkiyeyê ve hate lidarxistin, li Hîpodroma Diyarbekirê bi rê ve çû. Ligel Walî Hasan Basrî Guzeloglu, girgire û kodemanên saziyên cemawerî û hukmî yên bajêr di merasîma xelatdanê de amade bûn. Ligel van hejmarek welatî jî hatin pêş pêşbaziya hespan.
Di encama bazdana hezar û 200 metro de hespê bi navê Topanga bi ser ket, ajokerê vî hespî jî jokey Îsa Akyuz bû. Walî Guzeloglu, xebat da xwedanê hespî Huseyîn Yuksel, ser navê Yuksel xelat Mehmet Balta ji destê Walî Guzeloglu wergirt. Her weha Walî Guzelogşu jokey Îsa Akyuz jî pîroz kir û kulîlk danê û serkeftin jê re xwest.
