Bazdana Walîtîyê Cibek Oglu qezenc kir
Kupaya Bazdanê ya Walîtiyê ku Klûba Jokeyê ya Tirkiyeyê li Hîpodroma Diyarbekirê li dar xist hespê bi navê Cîbek Oglu qezenc kir.
TJKê li Hîpodroma Diyarbekirê bazdana Walîtiyê li dar xist. Bazdan li pîsta xîzî ya 1900 metreyî bi beşdarîya 16 hespan bi rê ve çû.
Di encamê de hespê bi nave Cîbek Oglu pileya 1ê, Jet Halil pileya 2ê û Şenalp jî pileya 3ê bi dest xist.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu xelata jokeyê hespê Cîbek Oglu Mehmet Dogan dayê, bo xwedanê hespî Cemil Gokhan jî kupa û kulîlk hatin raberkirin.
