Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî di 24 saetan de bi hewara 111 bangînan rabû

Şaredariya Bajarê Mezin, di 24 saetan de mudaxaleyî 111 bangên lezgîn hat kirin û mexdûriyeta welatiyan hat çareserkirin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî îxbarên ku ji Navenda Bangê ya Alo 153 û xeta Hawarê ya 112’an hatin, di şert û mercên giran ên zivistanê de li taxên gundewarî yên 17 navçeyan mudaxaleyî 111 bûyerên lezgîn kirin û mexdûriyeta welatiyan çareser kirin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber berfbarîn û şert û mercên nebaş ên hewayê, tavilê bersiva daxwazên ku hatin, da. Tîmên ku li gorî îxbarên ji taxên gundewarî hatin rê vekirin; di 24 saetên dawî de li hin taxan rê ji ambûlansan re vekirin û gihandina nexweşan a nexweşxaneyan pêk anîn, li hin taxan wesayîtên ku asê mabûn bi alîkariya makîneyên kar rizgar kirin û li hin taxan jî bi xebatên rêvekirinê di rewşên lezgîn de bi hawara welatiyan ve çûn.

Li navçeyan 111 bangên lezgîn hatin bersivandin

Di çarçoveya xebatên hatine meşandin de tîman; li navçeyên Rezan, Çinar, Bajarê Nû (Yenişehir), Sûr û Peyasê 24, li Lîce û Erxeniyê 15, li Çermûgê 8, li Pasûr û Pîranê 7, li Hezroyê 6, li Gêl û Farqînê 5, li Karaz û Şankuşê (Çingûş) 4, li Hênê 9 û li Bismilê 2; bi giştî mudaxaleyî 111 bangên lezgîn kirin û daxwazên welatiyan bi cih anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku li ser rêyên gundewarî çûnûhatineke ewle û bêserûber pêk bîne, wê xebatên xwe yên li dijî berfê berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan