Ber binên Sûran ji avahiyên qaçax tê paqijkirin
Ekîbên Zabiteyê yên Şaredariya Bajarê Mezin, avahiyên qaçax ên li nav Baxçeyê Milletî yê li navçeya Sûrê ji ber dîmeneke kirêt pêk tînin, hilweşandin.
Ekîbên Zabiteyê yên Şaredariya Bajarê Mezin, li nav Baxçeyê Millet ê li ber binên Sûran avahiyên bêserober hilweşandin. Baxçeyê Millet li ser aqarekî 150 donim di navbera Sûr û Baxçeyên Hewselê de ye û ev herdu qad di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ne.
Li vê derê kafe, holik û kolikên ajalan hatibûn danîn, ev holikên bêserober dîmeneke neciwan çêdikir û wek kavil xuya dikir, lewra Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin ev avahî rakirin. Şêniyên bajêr êdî bi awayekî rehetir dikarin li van deran bigerin.
