Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bexşandina pirtûkan dewam dike

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ji roja dest bi kar kirî ve ye şûna kulîlkan bo pîrozkirinê pirtûkan diyarî qebûl dike, camêrê bi navê Nizmaettin Kurt 3 qolî pirtûk diyarî şaredariyê kirin.

Xelkê bajêr pirûkan diyarî dide Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Lewre Şaredariyê plan kiriye ku di bin banê Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî de pirtûkxaneyekê ava bike. Bi vê mebestê camêrê bi navê Nizemattin Kurt 3 qolî pirtûk diyarî Hevşaredar Mizrakli kirin.

Hevşaredar Mizrakli kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û got, “Em dizanin ku êdî ji bo bi destan kesî pirtûk hene. Ev diyarî ji dilê we hatine û gelekî bi qîmet in. Gava dewlemendî tê gotin, tim nirxên madî tên bîra mirovan, xasma ev ciwanên ku nirxên weha didin hev, pirtûkan kom dikin bêhtir hêviyê dide mirov û ev yek cihê şanazî û kêfxweşiyê ye.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan