Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bi potansiyela turîzma bajêr axivîn

Midûrên giştî yên otelên Amedê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û li ser ponatsîyela turîzma bajêr guftûgo kirin.

Rayedarên otelên Amedê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kirin. Serdan li serokatiya şaredariyê hate pêkanîn, di serdanê de potansîyela turîzma bajêr hate nirxandin. Ligel Mizrakli Setrokê DTSOyê Mehmet kaya û Serokê DÎSÎADê Burç Baysal jî amade bûn.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, bal kişand ku di nava 10 salên pêş de dê di warê turîzmê de bajarê gelekî bi pêş ve here û got ku kelkvedana vê herî pir dê di warê otelvaniyê de çêbe.

‘Amed di warê turîzmê de zengîn e’

Mizrakli bal kişand ku di nav qadên ketagorîk ên turîzmê de Amed dikare gelek tiştan raber bike û got, “Ligel vana hemûyan jî, gava em didin ber bajarên Tirkiyeyê ku di turîzmê de bîwareke fireh daye ber xwe, Amed dîsa li gorî xwe xwedan naverokeke dewlemend e. Di wateya dîrokî de yên li ser axê hene, yên bin erdê hene, yên di bin avê de hene. Divê em ji bo kesên li derve tên pêşwazîyeka germ bikin. Divê em bendewariyên kesên tên xweşikîyên dîrokî yên bajêr bibînin û lê bigerin bînin cih. Di vî warî de barekî giran dikeve ser otel û otelvanan.”

Di serdanê de rêya Keleha Zerzevanê û xebatên karguzariya turîstîk hatin axaftin û beşdaran di serdanê de bîr û raya xwe vegot.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan