Bo dinyayek bê asteng meşîyan
Şaredariya Bajarê Mezin û Midûrtiya Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî bi boneya 3ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê, bi mebesta balê bikêşin ser rewşa astengdaran, bo cîhaneke bê asteng meşek li dar xistin.
Serokatîya Daireya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin û Midûrtiya Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî bi boneya 3ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê meşek li dar xist. Meşê li Cadeya Ekînciler dest pê kir û heta Anitparkê dewam kir. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsin Eryilmaz, midûrên saziyên cemaweriyê, komeleyên astengdaran û welatî beşdarî meşê bûn.
Astengdaran, ji bo balê bikêşin ser rewşa xwe di meşê de dawizên ku bo hişyariya civakî peyda bibe, hildan û ligel meşe def û zirne jî hate lêdan. Meş, li Anitparkê bi dawî bû.
