Bo heywanên kuçeyan divê xebata hevbeş hebe
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçaklidir, Dekanê Fakulteya Beyteriyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Aydin Ketanî ûnûnera HAYTAPê Sevgi Emekçiler, der barê îdiayên ku li Navenda Hewandin û Rehabîlîtekirina Heywanan îşkence li heywanan hatiye kirin de daxuyaniyek da û got, divê ji bo heywanên kuçeyan bikaribin li warkozên xwe bijîn xebateke hevbeş bêt meşandin.
Navenda Mafên Heywanan a Baroya Amedê, HAYTAP û akademîsyenên Fakulteya Beyteriyê a Zanîngeha Dîcleyê, li ser îdiayên der barê kuştina heywanên kuçeyan de li Navenda Hewandin û Rehabîlîtekirina Heywanan daxuyaniyeke hevbeş da. Berî daxuyaniyê, alîkarê sekreterê giştî Raşit Yalçin û Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçaklidir, der barê navendê de agahî dan û destnîşan kirin ku ev navend 12 sal berê hatiye avakirin, li navendê 400 se û 60 pisîk têne ragirtin, demeke nêzik ew ê goristaneke heywanan jî çêkin û bi berfirehî der barê prensîbên navendê de agahî dan.
Di daxuyaniyê de, îdiayên kuştina heywanan hatin redkirin û hate bibîrxistin ku lêpirsîn dewam dike. Her weha di daxuyaniyê de der barê kargêriya navendê de agahîyên berfireh hatin dayîn û hate gotin ku rojê du danan, li navendê êm û xwarinê didin kûçik û pisîkan. Hate bibîrxistin ku xebata wan bo nûkirina vê navendê heye û got ku ew ê di vî warî de bi hemû saziyên civaka sîvîl ên têkildar re kar bimeşînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gava bêne cem hev dikarin hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin û hate aşkerekirin ku ev navend malovaniyê ji se û pisîkên seqet û birîndar re dike û wan dihewîne û derman dike.
Di dewama daxuyaniyê de kêmasiyên navendê hatin bibîrxistin û hate gotin, divê xebat bi şaredariyan re bi hevkarî bête meşandin. Ji bo ev navend bo heywanan bibe stargeheke êmin û pêbawer divê xebat bi hev re bêne kirin û bo saxî û silametiya heywanan divê zend û bend bêne şidandin.
