Bona ezmûna zanîngehê otobûs bêpere ne
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya ezmûna zanîngehê ku dê vê şemî û yekşemê bête kirin ji bo xwendekaran dê xizmeta siwariya otobûsan bêpere bîne cih. Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê jî bo nehêle zêde qerebalix çêbe dê bi sê ekîban di amadebaşiyê de be.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya ezmûna zanîngehê ku dê vê şemî û yekşemê bête kirin ji bo xwendekaran dê xizmeta siwariya otobûsan bêpere bîne cih. Xwendekar û wezîfedar ji bo bikaribin ji otobûsên bêpere sûdê werbigirin divê “belgeya têketina ezmûnê” û kartên wezîfedariyê” nik xwe bigerînin. Piştî ezmûnê jî xwendekar û wezîfedar dikarin bêpere ji siwariyê sûdê werbigirin.
Ji bo xwendekar bikaribin ezmûneke rehet û bê stres bikin ekîbên Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê jî dê çavdêriyê li derdora cihên ezmûnê bike da ku nehêle qerebalix bête kirin.
Her weha Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên beşdar daxwaza serkeftinê kir.
