Cade bi grafîtiyê tên xemilandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta bajêr xweşiktir bibe û bo raboriya bajêr bîrek bête avakirin dest pê kir ser dîwarên bendan bi boyaxên rengo rengo xemilandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên grafîtiyê seh kirin û ji rayedaran agahî wergirt.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta bajêr xweşiktir bibe li ser dîwarên bendan dest bi xebata grafîtiyê kir. Li ser dîwarê cadeya Fîskayaya Yenîşehrê resmê jinên bi erbanê yên bi cil û bergên kurdanî hate resmandin, Hevşaredar Mizrakli ligel Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin û endamên meclisê ev xebata resmandinê seh kir.
Hevşaredar Mizrakli û kesên pê re, resmandina dîwaran a bi şêwazê grafîtî seh kir û der barê wê de agahî ji hunermendên grafîtiyê wergirt. Mizrakli bal kişand ku ev cadeya Fîskayayê ku diçe Zanîngehê gelek tê bikaranîn, xebatên ku sembola bajêr in li ser bên kirin, giring e. Mizrakli aşkere kir ku ev şêwe xebat dê li ser hinek cadeyên din jî bête kirin û got ku mebesta wan ew e ‘bajarekî ku dîwarên wî diaxivin’ ava bikin. Mizrakli bi bîr xist ku grafîtî hunereka xwedî bîr e û balê dibe ser raboriyê.
