Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şiklekî estetîk dan peyarêkan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xwe yên nûkirina peyarêyan dîmeneke estetîk dide bajêr û dihêle welatî bi rehetî peyarêyan bi kar bînin. Di vê çarçoveyê de di nava 4 mehên dawî de 6 hezar metreçargoşe parke, 4 hezar metrekare bazalt, hezar û 500 metre bordûr û hezar metreçargoşe kelûpelê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xwe yên nûkirina peyarêyan dîmeneke estetîk dide bajêr û dihêle welatî bi rehetî peyarêyan bi kar bînin. Di vê çarçoveyê de di nava 4 mehên dawî de 6 hezar metreçargoşe parke, 4 hezar metrekare bazalt, hezar û 500 metre bordûr û hezar metreçargoşe kelûpelên betonê hatin danîn.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rêyan û Kordînekirina Binesaziyê ji bo ewlekarî û rehetiya peyayan xebatên xwe yên înşaet, nûkirin û temîrkirina li ser peyarêyên li seranserê bajêr didomîne.

Di xebatên ku Midûriyeta Şaxa Çêkirina Asfaltê ji 15ê Nîsanê ve dest pê kiribû de 6 hezar metrekare parke, 4 hezar metre çargoşe bazalt, hezar û 500 metre bordûr û hezar metre bordûrên betonê hatin danîn.

Di çarçoveya xebatên çaksazî û temîrkirinê de 4 hezar û 124 metrekare bordûr û 1115 metrekare qat hatin çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku bajar bi rengekî estetîktir xuya bibe, jîndetir be, ewlehiya trafîkê û rehetiya meşê ya peyayan bigire ber çavan dê xebatên xwe bidomîne.

Li Fîskayayê pêlekan tên nûkirin

Li Fîskayaya ku di nav sînorên navçeya Yenîşehîrê de ye, li ser 30 cadeyên cuda ji bo derenceyan bi qadeke 3 hezar û 600 metrekare bi kevirên bazalt xebatên nûkirinê tên kirin. Bi vî awayî hevwelatî dê bi rehetî li taxan pêlekanan bi kar bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan