Çaksaziya depoya peşkinînê ya li Talaytepe hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, çaksazî li Depoya Peşkinînê ya li Talaytepe pêk anî ku ev demeke dûvdirêj e nedihate bikaranîn.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), projeyên ku dê demeke dirêj pêdiviya avê ya bajêr çareser bikin, bi pêş dixe.
DÎSKÎ’yê li ser Depoya Peşkinandina Avê ya li Talaytepe ku pêdiviya ava taxên Firat û Talaytepe û TOKÎ 500 Evlerê pêk tîne û li Bulvara Mezopotamyayê ye, xebatên çaksaziyê meşandin. Ev depo ev demeke dûvdirêj e nedihate bikaranîn.
Ekîban, li ser depoya ava vexwarinê ya Talaytepê ku 15 hezar metrekup avê hildide xebat bi ecman kirin û boriya 82 metir dirêj ya pola ya 700î deplase kir û xist ber xizmetê.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, serdana xebatên vê derê kir û der barê wê de agahî wergirtin.
