Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Taxa Lalebeyê ji bo jinan xebateke berfireh a qadê

Şaredariya Mezin a Amedê, li Taxa Lalebeyê serdana 102 malan kir û der barê navendên piştgiriyê, navendên jiyanê yên jinan, Xeta Alo Tundî û mekanîzmayên serlêdanê de jin agahdar kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi armanca zêdekirina gihîştina xizmetên ji bo jinan û avakirina hişmendiya têkoşîna li dijî tundiyê, li taxa Lalebeyê ya navçeya Sûrê xebateke qadê pêk anî.

Di xebatê de, xebatkarên Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) û koordînatorên Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçê û Lalebeyê beşdar bûn û serdana 102 malan kirin.

Xizmet hatin vegotin, belavok hatin belavkirin

Di çarçoveya xebata qadê de, der barê xizmetên ku navendên piştgiriyê û navendên jiyana jinan pêşkêş dikin de agahî hatin dayîn. Her wiha ji bo jinan belavokên nasandinê yên ku agahiyên berfireh li ser Xeta Alo Tundî û mekanîzmayên serlêdanê tê de hene, hatin belavkirin.

Di têkoşîna li dijî tundiyê de xebata hişmendiyê

Di dema serdanan de ji aliyê tîman ve bi jinan re hevdîtin hatin kirin; pênaseya tundiyê, cureyên tundiyê, saziyên ku di dema rûbirûbûna tundiyê de dikarin serî lê bidin û mekanîzmayên piştgiriyê hatin şirovekirin û xebateke hişmendiyê hat meşandin.

Werger: Omer Dilsoz

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan