Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî dê bi bi rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk bîne

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, dê di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de bi saziyên civaka sivîl ên bajêr re civînên "Koma Fokûs" pêk bînin. Civîn û lêkolînên ku ji bo gel, keya, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclisê, sazî û dezgehên cemaweriyê yên 17 navçeyan

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, dê di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de bi saziyên civaka sivîl ên bajêr re civînên "Koma Fokûs" pêk bînin.

Civîn û lêkolînên ku ji bo gel, keya, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclisê, sazî û dezgehên cemaweriyê yên 17 navçeyan tevlî amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an bike, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin destpêkirin, dewam dikin. Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo pêşniyaz û daxwazan li ser mijarên sereke pirsgirêkên jinan ên li bajêr, ekolojî, aboriya herêmî û çandinî, dewlemendiya çandî, astengdar û extiyar, zarok û ciwan, birêvebirina karesat û lêkolînan, bajarvanîyê bi hev re biryar bidin dê bi rêxistinên civakî re bicivin.

Civîn dê di 1ê Tîrmehê de dest pê bikin

Civînên "Koma Fokûs" a ku li Navenda Çand û Kongreyê bên lidarxistin, 1ê Tîrmehê roja Duşemê dest pê dike û 5ê Tîrmehê roja Înê bi dawî dibe.

Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên xwe yên Plana Stratejîk a 2025-2029an a ku dê 5 salan bidomîne biqedîne û di meha Îlonê de bi raya giştî re parve bike.

Civînên Muxtaran hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin beriya niha di çarçoveya plansaziya stratejîk a 2025-2029an de civînên muxtaran li dar xistibû û bi standên li cihên cuda yên bajêr hatibûn danîn, nêrîn û pêşniyazên gel wergirtibû.

Herweha "Rojên Gel" ên ku di çarçoveya Plana Stratejîk de li ber Şaredariya Bajarê Mezin hatin destpêkirin dewam dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan