Civîna plansaziya têkoşîna dijî jinan
Ji bo Plansaziya Kordînasyona Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan a 2020-2021ê li 81 bajarên Tirkiyeyê bi serperiştiya walîyan bi hevwextî civîn hatin lidarxistin, civîna li Diyarbekirê bi serkêşiya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu hate lidarxistin.
Civînên bi boneya tunûtûjiya ser jinan bên rawestandin û dawî li tedaya nava malê bê kirin, bi serperiştiya Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk, Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca û Wezîrê Diyanetê Ali Erbaş “Plana Kordînasyona Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan a 2020-2021ê” li 81 bajarên Tirkiyeyê bi hevwextî hatin destpêkirin.
Bi heman mebestê li Parêzgariya Diyarbekirê jî bi serokatîya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu civînek hate lidarxistin. Ligel Walî Guzeloglu, Serdozgerê Komarê Ahmet Yavuz, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul, Alîkarê Walî Ahmet Naci Helvaci û Zerrin Çay Beşikçi, Fermandarê Jendermeyên Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, rayedarên saziyên bajêr di civînê de amade bûn.
Di civînê de giringiya malbatê hate vegotin û behsa bergirî û tevdîrên bo dijî şîdeta ser jinan hate kirin.
