Coya avdanê ya xirabûyî hate çêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, coya avdanê ku şeş gundên bi ser navçeya Peyasê jê sûdê werdigirin ji ber barînê xira bûbû, ji nû ve çaksaziya wê kir û ji bo avdana zeviyan xist ber xizmeta welatiyan.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Muxtariyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, coya avdanê ya li gundê Fenûsa bi ser navçeya Peyasê çak kir û bo xizmeta avdana zevîyan ew durist kir. Ligel gundê Fenûsê, gundêKırkpınar, Yeniözerli, Sultantepe û Güleçoban jî ji vê coyê sûdê werdigirin.
Gundî li ber ava vê coyê birinc, pembû, dekak û dexilê xwe av didin. Ji ber barîna zêde xîz û lem ketibû coyê, şaredariyê co malişt û da ber xizmeta gundîyan.
