Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Daxuyaniya Çapemeniyê der barê mizgeftan de

Li bajarê me navçeya Peyasê di plansaziya avedanîyê de ew deverên ji berê de wek “Cihên Cîbicîkirina Dînî” hatine destnîşankirin û li ser wan mizgeft hatine avakirin, piştî hilbijartina 31ê adarê Şaredarê HDPî ligel Meclisa Şaredariyê, di dîroka 21.06.2019ê de guhertin di plansaziya avedaniyê de kir û 5 mizgeftên ku avakirina wan dewam dikir bo park hatin veguherandin, bi vê guherîna nû re mizgeft ji avahiyên qaçax hatin derêxistin.

Di 9ê tebaxa 2019ê de bi fermana Wezareta Navxweyî rêzdar Walî Hasan Basrî Guzeloglu wek Cîgirê Şaredariya Bajarê Mezin hate wezîfedarkirin û di civîna ewil ya meclisê de biryara rêveberiya berê ya der barê van mizgeftan de hate herifandin û biryar hate girtin ku ev dever wek “Cihên Cîbicîkirina Dînî” bêne bikaranîn. Em vê biryarê ji raya giştî re bi rêz û hurmet radigihînin.

SEROKATÎYA ŞAREDARÎYA BAJARÊ MEZIN A DÎYARBEKIRÊ

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan