Daxuyaniya DÎSKÎyê der barê binesaziya gundê Çelîkevlerê de
DÎSKÎyê der barê nûçeyên li ser binesaziya gundê Çelîkevleriyê de daxuyand ku xanîyên vê taxê bê ruxsed in û destûra avakirina ser vê erdê tune ye lewra jî li gorî Qanûna Avedaniyê heta niha xizmeta binesaziyê jê re nehatiye kirin.
Di medyaya herêmî de bi ser navê “Bi salan e pirsgirêka binesaziyê nehatiye çareserkirin” nûçeyek li ser gundê Çelîkevlerê belav bû. Gund bi ser navçeya Yenîşehrê ye û DÎSKÎyê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku erda vê taxê ji bo îmarê nehatiye vekirin lewre jî xizmetguzariya binesaziyê jê re nehatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku sala 2019an ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarsaziyê ve Aştiya Îmarê hatiye derxistin, paşê ji vê derê re Belgeya Qeydkirina Avahiyan hatiye dayîn û pê de DÎSKÎ û Şaredariya Yenîşehrê xebatên binesaziyê dane destpêkirin.
DÎSKÎyê daxuyand ku ji bo foseptîkên kesane yên taxê bêne valakirin xizmetên vîdanjor û her wekî din tên dayîn.
