Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dê gulanê di EKAY’ê de elektrîk bê jenîn

Şaredariya Bajarê Mezin, bi dezgehê EKAY’ê ku dê pirsgirêka gend û kertikên 25 salan a bajêr çareser bike, xebatên hilberandina enerjiyê geş û gur bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin li Qada Nijinandina Sergoyê ya Qerejdaxê bi razemeniyeke 20 milyon dolarî projeya EKAY’ê bi pêş xist kut ê çaverêkirin bi vê projeyê pirsgirêka sergoyê bê çareserkirin.

Binaxê vê dezgehê berî 14 rojan hate darêtin, bo pêngava sereta ya jenandina elektrîkê jî xebata montajkirina tangên depokirina gaza metanê bi encam hat.

Qada depokirina heyî bi awayekî palya bo qadeke rêkûpêk hate veguhastin û ji bo gaza metanê lê were berhevkirin jî xebata danîna boriyan dewam dike.

Piştî ku xebata danîna boriyan bi encam bû gazên metan ên li qada heyî dê ji bo tangan bene guhastin û meha gulanê jî dê ji wê gazê elektrîk bête jenîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan