Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dîwana Dengbêjiyê hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê konsera dengbêjiyê ya bêpere li dar xist. Çalakiyên bêpere yên meha Îlonê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve hatin lidarxistin bi konsera dengbêjiyê dewam kir. Dengbêj Hesenê Şilbê, Alîcanê Pasûrî û Îbrahîmê Pîrik

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê konsera dengbêjiyê ya bêpere li dar xist.

Çalakiyên bêpere yên meha Îlonê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve hatin lidarxistin bi konsera dengbêjiyê dewam kir.

Dengbêj Hesenê Şilbê, Alîcanê Pasûrî û Îbrahîmê Pîrikî ku li Mala Dengbêjan a di bin banê Beşa Çand û Karûbarên Civakî de dixebitin, beşdarî konsera li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê bûn.

Dengbêjên ku hilgirê çanda devkî ya kurdî ne, bi stran û kilamên xwe kêliyên xweş pêşkêşî temaşevanan kirin.

Di çalakiyê de dengbêjan ji bo bîranîna dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî ku di Tîrmeha 2020an de jiyana xwe ji dest da, stranên herêma Amedê pêşkêş kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan