Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dermankirina kanên dûpişkan tê meşandin

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navenda bajêr û navçeyan bi 48 wesayit û 238 xebatkaran xebatên dermankirinê dimeşîne.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi mebesta parastina tenduristiya gel bêrawestan xebatên dermankirinê dimeşîne. Xebat bi 238 xebatkaran tê meşandin, her ekîb 40 kes e û 48 wesayit jî di vê xebatê de tên bikaranîn. Di xebata dermankirinê de dermanên jinavbirina dûpişkan jî tên reşandin.

Midûrê Şaxa Tenduristiya Gel û Karûbarên Beyteriya bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Mehmet Baran der barê xebatê de agahî dan û got, “Li seranserê bajêr xebatên dermankirina dijî peydabûna xerzên kelmêşan tên meşandin, wek pêla duyan niha jî xebata dermankirinê bo jinavbirina dûpişkan hate destpêkirin. Xebat li Sûrê dest pê kirin û li Bazara Mast û Peynîran jî dermanên dijî pêşû, mêş, kêzik û dûpişkan dest pê kirin. Li ber binên Sûran û bircan dermanên jinavbirina dûpişkan têne reşandin.” Baran, bi bîr xist ku derman li hemû çiravk, avahiyên kavil, cihên şînkayî û talde û bêxwedan ku mimkûn e ev kêz û dûpişk lê vehewin tên dermankirin û got ku bo dermanên wan bi rêpêdana Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û ruxseda Wezareta Tenduristiyê heye û got ku li seranserê bajêr wan ti emareyên xweşiya tayê peyda nekiriye.

Baran, aşkere kir ku ew berî dermankirinê û piştî dermankirinê bi 4 endezyarên avasaziyê û biyologekî cihê dermankirî seh dikin. Baran, da zanîn ku ew giliyên welatiyan demildest didin ber çavan û got ku ji bo xelk bikaribin gilîyên xwe bikin, bo pêwendî telefona 0412 226 24 52 di xizmeta xelkê de ye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan