Dest li ser 3 ton goştê serûpê (saqatat) ku tenduristiya giştî dixist xetereyê hat girtin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest li ser nêzî 3 ton goştê serûpê (saqatat) girt ku li ser Rêya Mêrdînê di wesayîtek rawestendî de li dijî mercên hîjyenê û mewzûatê dihatin veguhestin. Saqatatên ku belgeyên cihê serjêkirinê nîşan didin tunebûn hatin tunekirin û ji bo ajokarê wesayîtê pêvajoya qanûnî hat destpêkirin.
Tîmên Yekîneyeke Kontrola Xwarinê ya ser bi Serokatiya Daireya Karên Tenduristiyê, bi armanca parastina tenduristiya giştî û dabînkirina gihîştina xwarina ewledar, kontrolên xwe bidomînin. Tîman li Nuqteya Kontrolê ya Rêya Mêrdînê wesayîteke ku saqatat vediguhestin û ji aliyê polîsan ve hatibû rawestandin kontrol kirin. Di lêkolîna li ser wesayîtê de hat tespîtkirin ku nêzî 3 ton saqatat di mercên xirab de ku li dijî mercên hîjyenê û mewzûatên têkildar in dihatin veguhestin.
Belgeyên cihê serjêkirinê nehatin dîtin
Di kontrolê de hat diyarkirin ku belgeyên ku nîşan didin saqatat li kuderê hatine jêkirin û çavkaniya wan di wesayîtê de tune ne. Berhemên ku hat tespîtkirin ji bo tenduristiya giştî xetereyê çêdikin, li gel tîmên Rêveberiya Parêzgehê ya Daristan û Çandiniyê ya Amedê hatin destserkirin da ku werin îmhakirin.
Nêzî 3 ton sakatatên destserkirî, piştî ku karûbarên pêwîst hatin qedandin, ji aliyê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin tunekirin. Ji bo ajokarê wesayîtê jî di çarçoveya mewzûatê de pêvajoya qanûnî hat meşandin.
Kontrolên xwarinê dê berdewam bikin
Serokatiya Daireya Karên Tenduristiyê, bi armanca ku welatî bigehêjin xwarinên saxlem, hîjyenîk û ewleh, dê kontrolên xwe yên li seranserê bajar berdewam bike.
