Di Cejna Qurbanê de otobûsên şaredariyê bêpere ne
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 4 rojên Cejna Qurbanê de dê xizmetguzariya otobûsan bêpere bîne cih. Şaredarî di roja erefe û cejnê de bi 63 otobûsan dê rîngan saz bike û li deverên destnîşankirî dê seferên bêpere bo ser mezel û goristanan bike.
Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hemû navçe û navenda bajêr, dê 4 rojên cejna Qurbanê gel bi awayekî bêpere bi otobûsan siwar bike û bigihîne cihê wan.
Serokatîya Daîreya Veguhastinê, serdana mezel û goristanan da ber çavan û ji bo roja erefe û sibera eydê xelk bi rehetî bikaribe biçe ser gora miriyên xwe, rîngeke ji 64 otobûsan saz kir û dever bo birina ser mezelan aşkere kirin. Berfirehîya vê nûçeyê di nûçeya tirkî de..
