Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

“Di îslamê de Şahidî û Wekheviya Jinê ya Civakî”

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, bi bizavên meha Remezanê gotûbeja “Di îslamê de Şahidî û Wekheviya Jinê ya Civakî” pêk anî.

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, di nav çarçoveya bizavên meha Remezanê de gotûbêjek bi navê “Di îslamê de Şahidî û Wekheviya Jinê ya Civakî” pêk anî. Gotûbêja li Navenda Çand û Kongreyê hate pêkanîn ku moderatoriya endama Kongreya Îslama Demokratîk Ronahî Çelîk bi rêve çû û axaftvanên gotûbêjî jî Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Erzerûmê ya berê Seher Akçinar û akademîsyen Fatma Bostan Ünsal bûn.

Gotûbêjê bi axaftina Ronahî Çelîk destpê kir. Paşê jî Seher Akçinar bi serenavê “Jin a di navbera Heqîqet û Desthilatê de” pêşkêş kir û anî ziman ku jinên oldar di her olî de hene û jiyana xwe li gorî vê yekê bi teşe dikin. Akçinar, destnîşan kir ku li Tirkiyê demên dirêj serpoşî qedexe bû û mixabin vê çandê herûdayîm li Tirkiyê çandek tirsnak peyda ava kir. Ev tirs, ol, mezhebî û nasnameyî ji aliyê desthilatdariyê ve dihat sepandin.

Akçinar destnîşan kir ku qedexebûna serpoşiyê ji bo jineke oldar ku xwe bîne ziman tiştekî giring e, ku mixabin jina oldar her di nav malê de ye û di nav civatê de nikare bi nasnameya xwe xwe bîne ziman. Ciyê em dibêjin civakî mizgeft in. Ciyên em dibêjin civakî yanî mizgeft bixwe ne. Mizgeft ew cî ne ku jin dikare bêje ez dikarim xwe di nav civakê de bînim ziman. Di berdewamiya axaftina xwe de got ku, bi çavê jina oldar astengiya li pêşiya jinê ku nikaribe gotina xwe ya di nav civakê de bêje, qedexekirina serpoşiyê bixwe ye”.

“Heger em dev ji şahidiya xwe berdin wê temamê civakê zererê bibîne”

Fatma Bostan Ünsal jî, pêşkêşiya xwe di bin navê “Di îslamê de şahidiya jinê ya civakî” kir. Ünsal, mînak ji hindek ayetan dan û got di Qûr’anê de dibêje “Ey bawermendan, welew dê û bavên we bin jî li hember wan şahidiyê bikin û edaletê bi himet li ser linga bigrin”, lê li Tirkiyê gava yek li ser înternetê li gotina “şahidiyê” digere gotina “ şahidê derewîn” derdikeve pêşberî, û destnîşan ku li Tirkiyê gotina şahidiyê gelek berteng e. Ünsal pêda çû got ku, “ciyê edalet û bêedaletî destpê dike navmalê ye, bêedaletî pêşî li nav malê li hember zarokên keçik tê kirin. Zaroka kur û keç wekhev nayên dîtin. Ev yek jî bi awayek raste rast sazûmaniya civakî têk dibe.” Ünsal got ku edalet ne hew bi malê sînordar e, “Divê jin di her qada civakî de karibin şahidiyê bikin. Di dema pêxemberê me de jin teşvîq dikirin ku herin mizgeftan, îro jî berevaciyê wê ye. Bê ku li feqîrî û dewlemendiyê bê nêrtin divê şahidî bê kirin. Şahidî ew ku, bê erçiqandin û perçiqandin rastî bê gotin. Gav ku jin, ne di nav jiyanê de bin wê bêedaletiyê mezin derkevin. Gelek kes meyla reva ji şahidiyê dikin. Heger em dev ji şahidiyê berdin wê civak tev zerer bibîne.”

Wê gotûbêj berdewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin, di nav çarçoveya bizavan de gotûbêja di 25 Gulanê roja Şemiyê “ Çanda Xerckirinê û Terhê Berxwedana bi Nefsê re Rojî” û 1 Pûşperê roja Şemiyê jî gotûbêja “Di Îslamê de Civak Jin û Edaletê” saz bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan