Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di nava Şaredarî û cotyaran de girêbesta destekê hat îmzekirin

Şaredariya Bajarê Mezin ligel Yekitiya Hilberînerên Tovê Organîk a Gêlê û Yekitiya Hilberînerên Mêweyên Organîk a Dîcleyê girêbestek îmze kir. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di merasîma îmzekirinê de axivî û mizgînî da ku wan dest bi avakirina Herêmên Pîşesaziya Organîze ya bo xwerekî kirine.

Şaredariya Bajarê Mezin, pêngaveke nû bo geşedana bejahiyê bi slogana “Destek Ji Me Hilberîn Ji We” da destpêkirin. Bi vê mebestê Şaredariya Bajarê Mezin bi Yekitiya Hilberînerên Tovê Organîk a Gêlê û Yekitiya Hilberînerên Mêweyên Organîk a Dîcleyê re girêbesta piştgiriyê îmze kir. Merasîma îmzekirinê li Navenda Çandê û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin hate pêkanîn û ligel Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, parlamenter, midûrên saziyan, rêveberên yekîtiyan û cotyar amade bûn.

Merasîm, bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir, Koroya Muzîka Gel ji xebatkarên Midûrtiya Çandiniya Bajêr a Amedê pêk tê, stranên herêma Diyarbekirê gotin. Serokên Yekitiya Hilberînerên Tovê Organîk a Gêlê û Yekitiya Hilberînerên Mêweyên Organîk a Dîcleyê der barê saziyên xwe de agahî dan. Serokên van yekîtiyan ji bo vê pêngavê spasîya xwe li Walî Hasan Basrî Guzeloglu kirin.

Walî Guzeloglu, der barê vê pêngava geşedana li bejahiyê de axaftineke dirêj kir û girîngiya wê anî ziman. Piştî axaftinê protokol hate îmzekirin û bi hev re foto hatin kişandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan