Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di sermayê de Şaredariyê şorbe da kedkaran

Şaredariya Bajarê Mezin, li van xebatkarên di sermayê de karê maliştina berfê dikin, hêzên ewlehiyê ku li ber sermayê nobedê digirin û xebatkarên li beşên hawarê yên nexweşxaneyan kar dikin şorbe belav kir.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, şorbe îkramî xebatkarên cemaweriyê kir seba ku di vê sir û sermayê de li ser wezîfeya xwe ne. Şorbeya li Xwaringeha Serokatiya Daîreya Karûbarên Sosyal hate kelandin, ji aliyê ekîban ve bo xalên kontrole hate veguhastin.

Ekîban, şorbe raberî hêzên ewlehiyê kir. Paşê ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbaren Tenduristiyê jî şorbe ji bo xebatkarên li peyarêkan berfê dimalin bir. Her weha pişt re serdana unîteyên hawarê yên nexweşxaneyan jî dan û şorbe îkramî nobedarên vê derê û welatiyan hate kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan