Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎyê hejmara aboneyên ava vexwarinê derxist 504 hezar û 984an

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xwe yên di 4 mehên dawî de li tevahiya bajêr 9 hezar û 722 qeydên nû kirin û hejmara aboneyên ava vexwarinê derket 504 hezar û 984an. Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo parastina mafên welatiyan ên der

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xwe yên di 4 mehên dawî de li tevahiya bajêr 9 hezar û 722 qeydên nû kirin û hejmara aboneyên ava vexwarinê derket 504 hezar û 984an.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo parastina mafên welatiyan ên der barê ava vexwarinê de û pêşî li windakirin û bikaranîna derqanûnî bê girtin, li tevahiya bajêr xebatên abonetiyê didomîne.

Li navenda bajêr 8 hezar û 392 aboneyên nû

Di encama xebatên ku li navenda bajêr ji bo pêşî li bikaranîna ava bêqeydkirî bê girtin û ji bo nûkirina agahiyên qeydê yên aboneyên heyî hatin kirin, Midûriyeta Karên Aboneyan di 4 mehên dawî de 8 hezar û 392 aboneyên nû çêkirin.

Li navçeya Yenîşehîrê 740, li navçeya Baglarê 3 hezar û 710, li Kayapinarê 3 hezar û 542 û li navçeya Sûrê jî 400, li navenda bajêr 8 hezar û 392 abeneyên nû hatin çêkirin.

Hejmara aboneyên 13 navçeyan jî 137 hezar û 678 e

Ekîbên DÎSKÎyê yên ku li 13 navçeyan xebatê dimeşînin, di 4 mehên dawîn de hezar û 330 aboneyên xwe zêde kirin. Bi giştî hejmara aboneyan li 13 navçeyan derket 137 hezar û 678an.

Xebatên abonetiyê dê berdewam bikin

DÎSKÎ ji bo pêşî li bikaranîna avê ya winda û bêhiqûqî bigire dê li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe yên abonetiyê bi rêkûpêk bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan