DÎSKÎ dê bi robotî arizeyan peyda bike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo destnîşankirina kêmasiyên bi xetên kanalizasyon, kêzîn û coyên avên baranan dikeve dê robotê dîmengir bi kar bîne û teserufê bike.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, bi rêya bikaranîna teknolojiyê bi awayê herî baş hewl dide di kar û barên xwe hem ji lêçûnê hem ji kedê û hem jî ji demê teserufê bike.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, bi saya robotên dîmengir li navenda bajêr, navçe û gundan dê di cih de arize û kêmasiyên bi kêzîn, xetên kanalizasyon û coyên ava baranan dikevin tespit bike û pê re mudaxele bike.
Bi saya rotobê dîmengir kêmasî di cih de tê tespîtkirin û demildest ji bo kalondinê vîdanjor an jî ji bo rögara winda ekîb arasteyî wî cihî tê kirin.
