DÎSKÎ: Her roj em têra 2 milyon nifûsê avê berdidin
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, der barê hin nûçeyên van rojên dawîn de daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û diyar kir ku ev nûçe bi mebest in û ew bi awayekî birêkûpêk avê berdidin bajêr.
DÎSKÎyê, di daxuyaniya xwe de balş kişand ku ew herro 285 hrezar metrekup avê berdidin bajêr û bi vê avê pêwîstiya avê ya 2 milyon kesî tê pêşwazîkirin. Hate aşkerekirin ku van rojan dema şînkayî tên avdan, carina ceyran tê birîn, pirsgirêka trafoyê çêdibe, hin dam û dezgehên medyayê vê yekê bi mebesteke nebaş bi kar tînin û dixwazin bi vî awayî raya giştî berevajî agahdar bikin.
“Berî avbirînê agahdarî tê kirin”
DÎSKÎyê daxuyand ku ew ji bo agahdarkirina xelkê bajêr der barê avê û kêşeyên kanalîzasyonê de li ser malpera xwe ya webê bi awayakî bi rêkûpêk agahdariyê dikin û weha hate gotin: “DÎSKÎ her roj li navenda bajêr 285 hezar metrekup avê berdide kaniyên malan. Heçî havînê ye, ev rêje zêde dibe û sazîya me xwe dide ber rîskê û carinaa rojane 300 hezar metrekup avê berdide. Ava bi ser Amedê de tê berdan, li gorî standartên cîhanî rojane têra 2 milyon kesî dike. Xasma nifûsa navenda bajêr 1 milyon û 200 hezar e. Ev zêdetirê îhtiyacê avê berdidin. Ji ber av bi zanayî nayê mezaxtin û şînkayî tên avdan, carina av tê birîn. Carina jî pirsgirêka qutkirina ceyranê û trafoyê çêdibe. Ev êdibe. Ev avbirînên behskirî jî bo demeke kinî bo demeke kin çêdibe. DÎSKÎ xwedan pergaleke wisa ye, dikare ji dûr ve ro 24 saet avê teqîp bike. Lewre jî pergala me ya avê tekûz e û her dem di bin kontrolê de ye.”
“Dema baxçeyan av didin av tê birîn”
Di daxuyaniyê de DÎSKÎyê bal kişand ser mezaxtina avê ya bin ezanî û weha got, “Midûrtiya Me bi mebesta nêzikbûna Cejna Qurbanê ji bo rê li ber birîna avê bigire saetên baxçe avdanê dê tekûztir kontrol bike û wan saetan avê bibire. Ji bo vê yekê ji berê ve xwedanên baxçeyan hatine agahdarkirin. Ekîbên me ro 7/24 saet li ber xizmeta gelê xwe di amadebaşiyê de ye.”
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê
