Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎ li dijî bikaranîna ava qaçax têdikoşe

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrola xwe ya di 10 rojên dawî de 240 rûdanên bikaranîna avê ya dereqanûnî tesbît kir û cezayê îdarî lê birî. Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo pêşî li bikaranîna qaçax a ava vexwarinê bê girtin xebatên xwe

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrola xwe ya di 10 rojên dawî de 240 rûdanên bikaranîna avê ya dereqanûnî tesbît kir û cezayê îdarî lê birî.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo pêşî li bikaranîna qaçax a ava vexwarinê bê girtin xebatên xwe didomîne. Ji ber ku di mehên havînê de li seranserê bajêr ji ber avdana rez, bax û qadên hêşîn ên li tevahiya bajêr mezaxtina avê zêde dibe, ekîbên DÎSKÎyê ji bo ku gel di bikaranîna ava vexwarinê de mexdûr nebe, kontrolan dike.

Di vê çarçoveyê de di kontrolên ku di 10 rojên dawî de hatin kirin de 240 bikaranîna avê ya qaçax hatin tesbîtkirin, li kesên ku ava qaçax bi kar anîne jî cezayên îdarî hat birîn. Her wiha ji bo 36 mal û kargehên ku ava bêpîvan bi kar tînin jî prosedurên abonetiyê hatin destpêkirin.

Şerîfoglû: Divê her kes der barê bikaranîna avê de hestiyar be

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû bang li welatiyan kir ku di warê bikaranîna avê de hestiyar bin û wiha got: "Bikaranîna ava vexwarinê û ya malê ji bo armancên ji bilî mebesta wê, bikaranîna avê zêde dike, dibe sedema kêmbûna avê û mexdûriyeta welatiyan. Li hemberî vê rewşa ku bi gelemperî di mehên havînê de rû dide, ji bo her kesî girîngiyeke mezin e ku welatî bi ava vexwarinê av nedin. Welatî bi taybetî li taxên gundewarî di warê bikaranîna ava vexwarinê ya ji bo avdana rez û baxçeyan de hestiyartir bin. Mezaxtina avê ya nehişmendî li mal û baxçeyan rê nade ku welatiyên din mafên xwe bi kar bînin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî bikaranîna avê ya qaçax bidomînin da ku mafên her welatiyên li bajêr dijîn biparêzin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan