DÎSKÎ li Silîva coyên ava baranan çêdike
Midûrtîya Giştî ya DÎSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Silîva dest bi danîna xeta kanalizasyon û coya ava baranan kir, xebat li ser Cadeya Dr. Îsmail Beşikçî tê meşandin. Berdêla vê projeyê 788 hezar TL ye û di encamê de dê 2 hezar metre xeta ava baranan û 300 metre şebeka solînê bête dabînkirin.
DÎSKÎ, li navçeya Silîva dest bi danîna xeta ava baranan û şebeka solînê kir. Xeta ava baranan ji ber ku rêya Cadeya Dr. Îsmail Beşikçî xusar pê gihîştiye, hat destpêkirin. Ji bo vê projeyê DÎSKÎyê 788 hezar û 600 TL terxan kiriye û di encamê de dê 2 hezar metir xeta ava baranan û 300 hezar metir jî xeta kanalîzasyonê bête çêkirin.
Her weha Hevşaredarên Silîva Naşîde Toprak û Abas Hilmi Azizoglu xebatên DÎSKÎyê seh kirin û der barê xebatan de agahî wergirtin.
