DÎSKÎyê li Pîranê xetên binesaziyê yên qada nû ya niştecihbûnê temam kirin
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên ku bi armanca dabînkirina pêdiviya binesaziyê ya qadên nû yên niştecihbûnê li Taxa 15’ê Tîrmehê ya navçeya Pîranê dimeşandin, qedandin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa DÎSKÎyê ya Pîranê, ji bo ku avên pîs ên li herêmê bi awayekî ewle werin dûrxistin 150 metre xeta kanalîzasyonê danîn. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviya ava vexwarinê ya qada nû ya niştecihbûnê jî 170 metre xeta ava vexwarinê hat çêkirin.
Ji ber cudahiya asta erdê xebatên kolanê yên dijwar hatin meşandin
Xebatên li qadê, ji ber avahiya erazî û cudahiya asta erdê di nav mercên dijwar de hatin meşandin. Li ser zemînê hişk cih bi cih kolanên ku kûrahiya wan gihîşt 3 heta 3,5 metreyan hatin kirin û xet li gorî pîvanên teknîkî hatin raxistin.
Bi vê veberhênana ku di 8 rojan de qediya, pêdiviya ava vexwarinê û ya kanalîzasyonê ya qada nû ya niştecihbûnê hat amadekirin û xistin bin misogeriyê. Kapasîteya binesaziyê li gorî pîvanekê hat plansazkirin ku di paşerojê de jî bikaribe bersivê bide pêdiviyên xaniyên ku dê li herêmê werin lêkirin.
‘Me kapasîte li gorî pêşbînîkirina mezinbûna taxê sêwirand’
Midûrê Şaxa DÎSKÎyê ya Pîranê Yasin Akyol derbarê xebatan de agahî da û diyar kir ku xetên hatine raxistin ne tenê pêdiviya îro pêşwazî dikin, lê belê mezinbûna herêmê ya di paşerojê de jî li ber çavan hatiye girtin. Akyol wiha axivî: “Em xeteke binesaziyê ne tenê li gorî hejmara xaniyên îro, li gorî zexta nifûsê ya 10 sal paşê ya taxê dinirxînin û dîtin dikin. Kapasîteya ku me li Taxa 15’ê Tîrmehê ava kiriye, encama têgihîştina rêveberiya avê ye ku riya mezinbûna bajêr dixwîne. Bi vê nêzîkatiyê em her qada nû ya niştecihbûnê di nav yektiya binesaziyê de ku aboneyên paşerojê jî digire nav xwe, digirin dest.”
