Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

‘Divê bajarên xwezaparêz û mirovperwer hebin’

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Serokê Komela Lêkolîn û Hevgirtinê ya 78an a Amedê Ganî Alkan ligel desteya rêveber kirin mêvan û got, ew ê şaredartiya ser hîmê tevkariyê ya demokratîk esas bigirin û got ku ew ê ji kêmasiyên raboriyê dersê werbigirin û plansaziyên xwe ser encaman wan bi pêş bixin.

Serdanên pîrozkirinê bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli dewam dikin. Serokê Komela Lêkolîn û Hevgirtinê ya 78an a Amedê Ganî Alkan ligel desteya rêveber serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir, ew pîroz kir û di xebata wî de serkeftin xwest.

Serokê Komela Lêkolîn û Hevgirtinê ya 78an a Amedê Ganî Alkan, li ser navê şandeyê axivî, pîrozbahî li Mizrakli kir û got ku wek komele ew amade ne bi her awayî destekê bidin xebatên şaredariyê. Mizrakli kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî û spasiya mêvanan kir.

‘Xwediyê şaredariyê ev gel e’

Hevşaredar Mizrakli bi şandeyê re hevdîtinek pêk anî û got, “Divê me ev serdan bikirana. Heke rewş guncaw bûya û li vê derê rêveberiyeka bijartî piştî hilbijartinê bihata ser kar, ne ku piştî heyama qeyûm bûya roja piştî hilbijartinê em ê bo malavahiyê biçûna serdanan. Berî serdanên pîrozkirinê divê me serdanên malavahiyê bikirana. Xwediyê vê derê hûn in. Xwedanê vê derê gel e. Gel em dane ber xwe û hilbijartin, em divê hemû kar û xebatên xwe li gorî nirxên vî gelî bi encam bidin.”

Konseya Bajêr tê aktîfkirin

Mizrakli diyar kir ku ew ê bar û berpirsyariyên ber xwe bi beşdariyeke berfireh a civakî nîqaş bikin û pratîze bikin û got, “Me her dem şaredartiyeka tevkar a demokratîk esas girt. Ji bo vê divê plansziyeke berfiheh bête dariştin. Lewre divê di serî de Konseya Bajêr bê aktîfkirin û hemû pêkhateyên bajêr di çarçoveya Peymana Bajêr de xebatan bi hev re bimeşînin. Dê xebatên me ser binemayê mirov û xwezayê bin. Yanî dê bibe bajarê jinan, bajarên bê asteng û bajarên ji bo zarokan. Di vî warî de gelek kêmasiyên me hene. Em ê ji ezmûnên berê sûdê wergirin ligel vê em ê ji kêmasiyên berê jî dersê werbigirin û dubare nekin.

Sazûmaneke têkildara bajêr û vekirî

Mizrakli der barê Şaredariya Bajarê Mezin de ev axaftin kir, “Wek sazûmanî gelek kêmasî û qelsiyên me hene. Divê em van kêmasiyan çareser bikin û xwe xurt bikin. Divê em bi duristî vê rastiyê qebûl bikin. Heke em hember xwe rast nebin, em ê qeydan bixin lingên xwe. Divê em hewldan û çanda xebateke baş, bikêrhatî, afirîner, dahêner, rast û durist pêk bînin. Divê sazûmaniyeka weha be ku dest bide vî bajarî, divê bo destpelîna bajêr a hemberî xwe jî vekirî be. Divê derî her ser devî vekirî bin. Lewre jî divê bibe saziyek e ku hem xwedîtiyê li xwe dike, hem li xwezaya xwe dike hem jî li mirovên xwe dike.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan